Newroz li Hambûrgê bi coş hate pîrozkirin
Newroz li Hambûrgê bi coş hate pîrozkirin. Kurdistaniyan di Newrozê de destnîşankirin ku wê "jiyaneke bêyî Rêbertî ti carî qebûl nekin."
Newroz li Hambûrgê bi coş hate pîrozkirin. Kurdistaniyan di Newrozê de destnîşankirin ku wê "jiyaneke bêyî Rêbertî ti carî qebûl nekin."
Cejna Vejînê Newroz li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Pîrozbahî li taxa Fîschmarktê pêk hat û mirovên ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî bûn.
Qad bi wêneyên şehîdan û flamayan hate xemilandin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê û şehîdên Newrozê, Hevberdevka KON-MED'ê Zubeyde Zumrut axivî. Zumrut bal kişand ser girîngiya Newrozê û destnîşan kir ku di Newroza 2022'an de gelên Kurdistanê peyama 'Em ê jiyaneke bêyî Rêbertî qebûl nekin" dane. Zumrut diyar kir ku divê her kes dersa pêwîst ji vê peyamê werbigire.
Parlamentera berê ya Colemêrgê Selma Irmak jî destnîşan kir ku li dijî zext û înkarê gelê Kurd derseke mezin daye serweran û got, "Hûn çi dikin bikin, hûn ê nikaribin serî li vî gelî bitewînin."
Piştî axaftinan hunermend Ozan Aydin, Tûncer Yalinkilinç û Ozan Dîlan derketin ser dikê û beşdaran li ber stranên wan govend gerandin.
Pîrozbahî bi helbestên Salih Farqîn bi dawî bû.