Newroz li Erfurt û Donostî hate pîrozkirin
Li bajarê Erfûrtê yê Elmanyayê û bajarê Donostî yê herêma Baskê ya Spanyayê, Newroz hate pîrozkirin.
Li bajarê Erfûrtê yê Elmanyayê û bajarê Donostî yê herêma Baskê ya Spanyayê, Newroz hate pîrozkirin.
Li bajarê Erfûrt ê Elmanyayê, komek ji Kurdistanî û enternasyonalîst êvara Şemiyê li ber Hauptbahnhofê li hev civiyan û cejna Newrozê bi govend û stranan pîroz kirin.
Pîrozbahiyê çar saetan dewam kir.
Li bajarê Donostî yê herêma Baskê jî Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re pîrozbahiyek lidar xist.
Di çarçoveya pîrozbahiyê de atolyeya konfederalîzma demokratîk û semînera jineolojiyê hatin lidarxistin.
Bi zimanên Kurdî, Spanî, Katalanî, Baskî û Îtalyanî stranên şoreşê hatin gotin û lid ora agirê Newrozê govend hate gerandin.