Nûnera Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nesrîn Ebdullah û nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Swêdê Şiyar Elî di hevdîtina xwe ya li Ewropayê de gelek hevdîtinên cuda bi wezîrê Parastinê yê Swêdê Peter Holtfest, wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lindy, her du parlamenter Emîne Kakabaî Andish Ghost Berry û endamê meclîsa şaredariya Stockholmê Kader Ksierga re pêk anîn.
Di hevdîtinên bi wezîrê Parastinê yê Swêd Peter Holtfest û wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lindy re rewşa ewlehiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji hêla dagirkeriya Tirk ve û gefên rojane yên li ser herêmê hatin nîqaşkirin. Her wiha li ser xeteriya nûkirina çalakiyên çeteyên DAIŞ’ê bi taybet piştî êrîşa dawî li ser girtîgeha Sînaa, rewşên kampan û ambargoya li ser herêmê digel Qanûna Qeyser û ambargoyên aliyên dîtir li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîqaşkirin.
Di nîqaşan de hewldanên dîtina çareseriyê ji krîza Sûriyê hatin nîqaşkirin û hate gotin ku ew hewldanan heta niha tu encam bi xwe re neanîne.