Danişîna îtîrazê ya li dijî biryara Bundesamt fur Migration und Fluchtlinge (Daîreya Penaberan a Federal) ya redkirina serlêdana penaberiyê ya Esra.Y ya ku li navçeya Lice ya Amedê ji dayik bûye, di 25'ê Adara 2022'an de di saet 11.00‘ab de Dadgeha Îdarî ya Stuttgartê, Augustenstr. Li avahiya jimare 5 hat dîtin. Dadger, 2 kesên ji beşa BAMF'ê, parêzerê Esra.Y û wergerek, rojnamegerek û 8 temaşevan beşdarî daneşînê bûn.
Li ser banga nivîskî ya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) beriya rûniştinê çalakî hate lidarxistin û di çalakiyê de Solidaritat International û Fluchtlingssolidaritat Freundeskreîs jî amade bûn. Di çalakiyê de biryara BAMF'ê ya redkirina serlêdana penaberiyê ya Esra Y. hat protestokirin.
Di axaftinên hatin kirin de, hovîtiya çeteyên DAIŞ‘ê û alîgirên wê yên di sala 2014'an de li Kobanê pêk anî, hatin vegotin. Her wiha bal kişandin li ser desteserkirin, zext û qetlîamên ku Tirkiyeyê bi çeteyên DAIŞ'ê re li dijî gelê Kurd û cihên jiyanê pêk aniye.
Esra Y. dema li Kobanê weke alîkara bijîşk birîndar derman dikir, rastî êrîşa çeteyan hate û bi giranî birîndar bû. Li Tirkiyeyê bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê“ doz lê hat vekirin û ji berz cezayê lê hat birîn nekarî li Tirkiyeyê tedawiya xwe bidomîne. Y. ji bo ku tedawiya xwe bidîmen koçî Elmanyayê kir. Li Elmanya piştî serî li penaberiyê da, serlêdana wê hate redkirin.
Penabera Kurd Esra.Y ya ku beşdarî danişînê bû pirsên dadger bersivand û sedema çûyîna Kobanê ya wê demê wiha got: “Ez Kurdek li navçeya Lice ya Amedê ji dayik bû me. Dema ez tenê 3 salî bûm, leşkerên Tirk em hemû derxistin derve û li ber çavên min agir berdan mala me. Min ev rûyê dewleta Tirk ji 3 saliya xwe ve dît. Di van hemû pêvajoyên şewitandin, hilweşandin û kuştinê de dayik û zarokên me yên ji bo dermankirinê çûn nexweşxaneyan jî ji ber ku bi Tirkî nedizanîn rastî muameleya xerab hatin. Ji ber vê yekê min xwest bibim bijîk û xizmeta gelê xwe bikim. Ne tercîha min bû, ne ew bû ku li hember tiştên ku li wir hatin kirin bêalî bimînim. Dema ez xwendekar bûm gelek caran hatim girtin û îşkence li min kirin. Her wiha çûyîna min a Kobanê ji ber ku ez weke jinek li hemberî zilmê bêalî nemam û min xwest alîkariya tenduristiyê bidim. Wê demê ji aliyê DAIŞ’ê ve serê mirovan dihat jêkirin, jin rastî destavêtinê dihat û zarok dihatin kuştin. Di dema dorpeçkirina Kobanê de bêyî ku tu cudahiyê bikim ez çûm alîkariya van birîndaran û di êrîşê de bi giranî birîndar bûm. Di serê min de parçeyên şarapnelê hebûn û min çavê xwe winda kir. Ez birîndarbûm û ji bo tedawiyê ez rakirim nexweşxaneyên Tirkiyeyê. Lê şûna ku birînên min li wê derê derman bikin, ez li ser milan birin girtîgehê. Pişt re bi danişîna 5’ê Adara 2015’an ez hatim berdan. Piştre di sala 2018’an de li Dadgeha Enqereyê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Lê ez wê demê li vir bûm. Sedema hatina min ji ber ku şansê min ê dermankirinê tune ye. Ez ji welatê xwe hez dikim. Li vir wek penaber namîne; Dema ku ez tedawî bibim û perwerdeya xwe ya bijîjkî bi dawî bikim, ez dixwazim dîsa vegerim welatê xwe."
Dema ku danişîn dest pê kir, dema ku dadger ji nûnerê BAMF'ê Fîscher pirsî ka ew ê xalên 1 û 2'an ên biryara redkirina penaberan paşve bikişîne yan na, Fischer bersiv da, "Erê, ez her du madeyan jî vekişînim."
Bi vî awayî bi biryara hevpar a dadger, parêzer Roland Meister û nûnera BAMF Fîscher, mafê penaberiyê yê Esra Y. yê ku hatibû redkirin hat vegerandin.
Parêzer Roland Meister anî ziman ku têkoşîna azadiya Kurd bi qedexeyan tê xwestin bê terorkirin, YPJ-YPG hêza parastina rewa ya gelê Kurd e û divê rêxistina PKK'ê ji lîsteyê bê derxistin. Meister diyar kir ku ew li ser vê mijarê gelek dozan pêk tînin û ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteyê ew ê têkoşîna xwe bidomînin.