Newroz li Viyanayê bi coşeke mezin hate pîrozkirin

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

Pîrozbahiya Newrozê ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd a Awûstûryayê (FEYKOM) ve hate lidarxistin û saet di 14:00 de dest pê kir heta saet 20:00 dewam kir.

Di destpêka şahiya Newrozê de ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hate girtin.

Piştre jî qala dîroka Newrozê hate kirin. Siyasetmedarê Kurd Cûma Tak piştî ku Newroz pîroz kir, bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Tak anî ziman ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan misoger nebe wê gelê Kurdistanê jî azad nebe û ji bo mezinkirina têkoşînê bang kir.

Endamê Konseya Neteweyî ya Awûstûryayê Dr. Harald Troch, endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Keskan Niki Kunrat, bi navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Awûstûryayê Ahmet Zîrek jî li şahiyê amade bûn û Newroz li gelê Kurd pîroz kirin.

Bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn û ji bo Abdullah Ocalan û yekîtiya neteweyî ya Kurd dirûşm qîriyan.

Di pîrozbahiyê de peyama bi dîmen a Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik hate nîşandan.

Her wiha sînevîzyonek ji wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşandan.

Di pîrozbahiyê de Koma Rojava, Beser Şahînd, Ayşe Şevaqî, Seyda Perînçek, Tiyatro Potamiya û Koma Rojava ya govendê ya zarokan derketin ser dikê.