Li Osloyê pîrozbahiya Newrozê
Cejna berxwedan û vejînê ya Newrozê li paytexta Norwêc Osloyê bi coş hat pîrozkirin.
Cejna berxwedan û vejînê ya Newrozê li paytexta Norwêc Osloyê bi coş hat pîrozkirin.
Pîrozbahiya Newrozê ya ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Osloyê (DKTM) ve hate organîzekirin, piştî du salan ji ber şewba vîrûsê, li eywana herî mezin a Ekeberghallena Osloyê hat lidarxistin. Pîrozbahî bi rêzgirtinê dest pê kir.
Di pîrozbahiyê de Şaredarê Osloyê Abdullah Alsabeehg axivî û got:" Newroz, yanî roja nû, cejna hêvî û azadiyê ye. Ya ku dawî li şerên di rojevê de bîne, daxwaz û hêviya me ya Newrozê ya yekîtî, biratî û aştiyê ye."
Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Celalettîn Delîbaş jî di pîrozbahiyê de mafê axaftinê girt û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: "Bê guman Kurd û Kurdistan ketine serdemeke nû û dîrokî. Ji ber vê yekê hêzên hegemon ji agirê Newrozê û Newrozê ditirsin, ji ruhê 8'ê Adarê ditirsin, ji rengên Kurdî, kesk, sor, zer, ji cil û bergên Kurdî ditirsin. Newroza 2022’an careke din derxist holê ku berxwedana Rêber Apo, şerê mezin ê gerîla û vîna gelê Kurd hemû hesabên dijminan pûç kirine.“
Piştî axaftinan Koma Zarokan a Oslo, Hunermend, Welat Kobanê, Hozan Kawa, Tirêj Urmiye, Bêhzad Selîmî derketin li ser dikê û bi stranên xwe beşdarvan coşandin.
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.