Li Grazê Newroz hat pîrozkirin
Kurdistaniyên li bajarê Graz a Awûstûryayê dijîn Newroz bi coş pîroz kirin.
Kurdistaniyên li bajarê Graz a Awûstûryayê dijîn Newroz bi coş pîroz kirin.
Li Pûchstrasse ya bajarê Graz a Awûstûryayê Kurdistanî saet 14:00’an hatin ba hev û Newroz pîroz kirin.
Bernameya pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre bi nîşandayina sînevîzyon û pêşkêşkirina axaftinan dom kir.
Piştî axaftinan hunermend Beser Şahîn, Seyda Perînçek, Grûp Devran û Ahmed Elban derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin. Kurdistaniyên di pîrozbahiyê de amade bûn li ber stranên hunermendan govend gerandin.