Li Îskoçyayê pîrozbahiya Newrozê
Bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Îskoçyayê, li Edînbûrghê bi dirûşma "Dem Dema Azadiyê ye" pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin.
Bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Îskoçyayê, li Edînbûrghê bi dirûşma "Dem Dema Azadiyê ye" pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin.
Li paytexta Îskoçya Edinburghê bi dirûşmeya “Dem Dema Azadiyê ye“ Newroz hat pîrozkirin. Di pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Îskoçyayê de nûnerên saziyên girseyî yên demokratîk, komên navneteweyî, siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr û bi sedan kes tevlî Newroza ku li qada Navenda Civaka Kurd a Edinbûrgê hat lidarxistin bûn. Di pîrozbahiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, PYD, YPG, YPJ’ê hatin hildan. Li qada Newrozê tim dirûşmeyên “Bijî Newroz”, “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.
‘RÊBER ABDULLAH OCALAN XETA ME YA SOR E‘
Di şahiya Newrozê de ji bo şehîdan rêz hate girtin. Hevserokê Meclîsa Gel a Kurd Engîn Saglam axaftina vekirinê kir. Piştî Sağlam, saziyên Elewî, Însiyatîfa Jinên Kurd, nûnerê rêxistinên ciwanan û siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr axaftin kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku bi îradeya Newrozê bi milyonan kes daketin qadan û hate diyarkirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xeta sor a Kurdan e.
‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN‘
Di axaftinan de hate gotin ku gelên Rojhilata Navîn wê di sala 2022’an de di şexsê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi ruhê berxwedan û azadiya Newrozê di nava têkoşîna azadiyê ya topyekûn de bin û wiha hat gotin: “Faşîzma AKP-MHP’ê teqez wê têk biçe. Li dijî faşîzmê îradeya demokratîk û azadîxwaz a gelan wê bi berxwedanê li hemû qadan giyan bibe. Em ê têkoşînê li her qadê bilind bikin.“
Piştî axaftinan Komî Cûdî derket li ser dikê û bi stranên xwe girse coşandin.
Di pîrozbahiyê de lîstika şanoyê û komên govendê derketin li ser dikê. Piştre Hunermend Memozan derket li ser dikê û bi stranên xwe girse coşandin.
Li qada Newrozê timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ hatin berzkirin.
Şahiya Newrozê bi gerandina govendê bi dawî bû.