Li Saratovê Newroz hate pîrozkirin

Kurdên li herêma Saratovê ya Rûsyayê bi coş Newroz pîroz kirin.

Kurdên li Saratovê wekî her sal îsal jî di Newrozê de li hev kom bûn û Newroz pîroz kirin.

Ji gelek bajar, navçe û gundên herêma Saratovê gel tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn.

Pîrozbahî li navçeya Yerşov a Saratovê bi rêzgirtina bi qasî deqîqeyekê pêk hat.

Hevserokên Otonomiya Kurdan a Yerşovê Mîrzaelî Yûsûbov û Gulîzer Yûsûbova di pîrozbahiyê de axivîn.

Hevserokan cejna Newrozê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ya gerîlayên Kurdistanê pîroz kirin û diyar kirin di sala nû ya têkoşînê de ji bo azadiya gelê Kurd û ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têkoşîn were geşkirin.

Kote Fatoyan, Kamûran Gasanov, Hemîdê Mecî û Hozan Diyar jî di pîrozbahiyê de strandin.