Li dijî qedexeya li ser PKK'ê li Larnacayê îmze hatin komkirin

Li Larnacayê ji bo PKK ji lîsteya rêxistina terorê bê derxistin standa îmzeyan hat vekirin.

Li bajarê Larnaca yê Qibrisê ji bo ku PKK ji listeya rêxistina terorê bê derxistin standa îmzeyan hate vekirin. Stand ji aliyê tûrîstan ve rastî eleqeyek mezin hat. Di standê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin hilawistin. Kesên ku alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê didîtin ji bo ku îmzeya xwe biavêjin ketin rêzê.

Komîsyona îmzeyan a ku di bin banê Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê de hat avakirin, her roj li herêm û bajarên cuda xebatên xwe yên îmzeyan didomîne.

Endamên komîsyona îmzeyan diyar kirin ku di encama xebatên îro de 430 îmze hatin komkirin û wê heta saetên dereng xebata standê bidome.