Li Dûîsbûrgê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze hatin komkirin

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Dûîsbûrgê îmze hatin berhevkirin.

Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê jinan bi pêşengiya Meclisa Jinan a Asya Yuksel di çarçoveya kampanyaya îmzeyan ya li dijî qedexeya PKK’ê ku ji aliyê Kurdistanî û dostên wan hatî destpêkirin, li ber Forûma Dûîsbûrgê standek îmzeyan û agahdarkirinê danîn.

Di standê de broşurên bi zimanê Elmanî ku ji aliyê Însiyatîfa Navnetewî ya Azadî ji Abdullah Ocalan hatî amadekirin di çarçoveya paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin. Her wiha bi sedan îmze hatin berhevkirin.