Li Ewropayê pîrozbahiyên Newrozê berdewam dike

Li welatên Ewropayê pîrozbahiyên Newrozê berdewam dike.

Li bajarê Torîno yê Îtalya û Kolna Elmanyayê Newroz bi şahiyek taybet hate pîrozkirin.

TORÎNO

Li Vîa Francesco Millio ya bajarê Torîna yê Îtalyayê bi beşdariya gelek Kurdan Newroz hate pîrozkirin. Şahiya Newrozê di saet 14.00’an de bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Siyasetmedara Kurd Nûrsel Aydogan tevlî şahiyê bû û di serî de Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahiya gelê Kurd pîroz kir.

Aydogan, rojên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytext Romayê ma bi bîr xist û got: "Tevî komploya mezin, bi hezaran şoreşgerên Kurd û Îtalyanî li kolanên Romayê li ber xwe dan û 66 rojan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hembêz kirin. Helwestek mezin nîşan dan.“

Di şahiyê de li ser navê Rete Jin û Komîteya Kurd axaftin hatin kirin.

Di berdewamiya şahiyê de agirê Newrozê hate vêxistin. Piştre Hunermend Ulaş Kelaşîn û Serhat Med Şiyar derketin li ser dikê û bi stranên xwe girse coşandin.

KOLN

Navendek din a şahiya Newrozê bajarê Kolnê yê Elmanya bû. Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) bi dirûşmeya "Di sala 50'î ya serkeftinê de ji Rêber APO re azadî" pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin. Qada Newrozê bi wêne û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin xemilandin.

Di şahiya Newrozê standa pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û broşûrên girêdayî Newrozê hate vekirin.

Di şahiyê de agirê Newrozê hate vêxistin û li dora agir govenda azadiyê hate gerandin.