Li bajarê Lîege yê Belçîkayê ji bo ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin li cihê herî qelebalix a bajêr standa îmzeyan hat danîn.
Kurdistanî ber bi nîvro ve li navenda bajêr li hev civiyan û li standa ku alên PKK'ê û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê pêşan didan, gelek belavok belav kirin.
Di standê de ku ji aliyê derdorê ve rastî eleqeyek mezin hat, bi sedan îmze hatin berhevkirin. Çalakgeran diyar kirin ku ew ê her hefteyê ji bo kampanyayê dakevin qadan û bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kirin ku piştgiriyê bidin kampanyayê.