KCDK-E’yê li hemberî dagirkirinê banga çalakiyan kir

KCDK-E‘yê bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê banga çalakiyan kir.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê ji 14'ê Nîsanê ve berdewam dikin. Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistan ên Ewropa (KCDK-E) bi daxuyaniyek nivîskî li dijî êrîşanên dagirkirinê banga seferberiyê kir.

KCDK-E’yê anî ziman ku dewleta Tirk a qirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşa dagirkirinê daye dest pê kirin û wiha got: “Di çarçoveya amadekariyên konsepta êrîşê de ku beriya niha ji raya giştî re hatibû ragihandin, qadên gerîla dibin hedef. Konsepta êrîşa îro bi hevkariya xiyaneta PDK’ê û dewleta Tirk a dagirkere.

Em bang li gelê xwe yên li Ewropa, Kanada û Awûstralyayê dikin ku li hember vê êrîşa dagirkeriyê ya ku ji hewa û bejahiyê hatiye destpêkirin bi hestiyar bin û bertek nîşan bidin.

Bomberdûmana dijwar a hewayî û bejahî ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi armanca îmhayê tê kirin.

Divê gelê me zarokên xwe yên ji bo azadiyê têdikoşin li dijî dagirker û xiyanetkaran biparêzin.

Bi vê boneyê em bang li hemû Kurdan û dostên wan dikin ku îro û sibe bi ruhê seferberiyê li her qadê bikevin nava liv û tevgerê.“