Dewleta Tirk li Romayê hate şermezarkirin

Li paytexta Îtalya Romayê, êrişên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriyê re hate şermezarkirin.

Çalakiya şermezarkirinê roja Şemiyê pêk hat û ji aliyê Komeleya Çandê ya Civakî ya Araratê hate lidarxistin.

Bi navê komeleyê daxuyanî hate dayin û hate ragihandin ku dewleta Tirk demeke dirêj e hewl dide Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike, lê belê li berxwedana tund a gerîla rast hat.

Di daxuyaniyê de işaret bi hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriya dewleta Tirk re hate kirin û hate gotin, gelê Kurd wê tevî dostên xwe li her devera lê ne li ber dagirkeriyê rabin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Azadî ji Kurdistanê re", "Kujer Erdogan" hatin qîrîn.