Ciwan li Marsîlyayê daketin qadan

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Marsîlyayê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daketin qadan.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji bo şermezarkirina êrişên dagirker û qirker ên dewleta Tirk herikîn qadan.

Bi banga seferberiyê ya tevgerên ciwanan ên li Ewropayê TCŞ û TêkoJIN ciwan daketin qadan û bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê meşeke şermezarkirinê lidar xistin.

Ciwanan li nava kolanên Marsîlyayê dirûşma "Terorîst Erdogan" qîriyan û bang li her kesî kirin ku bi lez çalakiyan bikin. Ciwanan diyar kirin ku tevî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin, ciwanên Apoyî jî wê li her qadê li ber xwe bidin.