Li Frankfûrtê dagirkerî û xiyaneta PDK’ê hate şermezarkirin

Li bajarê Frankfûrtê, êrîşên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK'ê bi meşekê hate şermezarkirin.

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser axa Kurdistanê û piştgiriya PDK’ê bi meşekê hate şermezarkirin. Di meşê de pankartên ku sembola hevkariya Erdogan û Barzanî dide nîşan dan, hatin hilgirtin. Di meşê de timî dirûşmeyên “Kujer Erdogan“ û “Bimre xiyanet“ hatin berzkirin.

Kurdistanî û dostên wan di saet 14:00‘an de li ber Gara Trenê ya Frankfûrtê li hev civiyan û bi dirûşmeyên şermezarkirina dagirkerî û êrîşan meşiyan.