Li Lîmasol û Larnacayê di rojekê de 2 hezar û 852 îmze hatin komkirin

Li Lîmasol û Larnaca ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ di rojekê de 2 hezar û 852 îmze hatin komkirin.

Li bajarê Lîmasol û Larnacayê ji aliyê Komîsyona Îmza ya Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê ve ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ standa îmzeyan hate danîn. Li standa Lîmasolê hezar û 540 îmze, li Larnacayê jî hezar û 262 îmze hatin komkirin.

Endamên komîsyonê diyar kirin ku yekane rojeva wan kampanyaya îmzeyan e û ev tişt gotin: “ PKK çavkaniya jiyana Kurdan e. PKK û Rêber Apo ji belê Kurd bû vejîn. Ji bo gelan jî bû hêvî. Tu hêz nikare vê hêviyê ji nedîtî ve were. Heta vê gavê navê PKK’ê divê lîsteyê de, heqareta li dijî gelê Kurd û hemû gelan e.“