NEU’yê ji bo Abdullah Ocalan azadî xwest
Sendîkaya Perwerdehiya Nateweyî ya Îngilîstanê di kongreya xwe de piştgiriya ji bo kampanya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî“ ragihand û banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Sendîkaya Perwerdehiya Nateweyî ya Îngilîstanê di kongreya xwe de piştgiriya ji bo kampanya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî“ ragihand û banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Li Kurdistan û seranserî cîhanê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku diçe berfireh dibe. Sendîkaya Perwerdehiya Neteweyî (NEU) ku yek ji sendîkayên herî mezin û bi prestîj ên Îngilîstanê ye, piştgiriya xwe ya ji bo kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî“ ragihand û kongreya xwe ya îsal bi banga azadiya Abdullah Ocalan bi dawî kir.
Bi hezaran delegeyên kedkarên perwerdeyê yên ku di kongreya sendîkayê ya îro de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser “Freedom for Ocalan” hildan û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Di kongreyê de meclîsê bang li hezaran delege kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi hev re rabin ser piyan. Li salona kongreyê hezar û 700 delegeyan hemwext wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê bi nivîsa "Freedom for Ocalan" hildan û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin.
Di kongreya ku li bajarê Bournemouth ê li Başûrê Îngilîstanê pêk hat de, delegeyên sendîkayê yên ji çar aliyê welêt hatin cem hev, gelek rêveberên sendîkayan, parlamenter û nûnerên saziyên sivîl beşdar bûn.
Tê zanîn ku sendîkaya NEU li seranserê Brîtanya nêzî 500 hezar endamên wê hene.