Li Lorîentê li dijî faşîzim û nîjadperestiyê çalakî

Li bajarê Lorîent ê Fransayê bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan (LDH) li dijî faşîzm û nîjadperestiyê çalakiyek hate lidarxistin.

Li bajarê Lorîent ê Fransayê bi pêşengiya Komeleya Mafê Mirovan (LDH) li dijî nîjatperestî û faşîzmê li qada Place Aristide-Briand çalakiyek hat lidarxistin. Gelê Kurd û gelek saziyê pişgiriya çalakiyê kir.

Di çalakiyê de gelek axaftin hatin kirin. Di axaftinan de ev peyam hate dayîn: “Em ji kûderê tên, li kûderê dayik bûne bila bibin, li Fransa, li her gundî, taxê û bajarî em li dijî faşîzmê bi hevre ne.“

Di çalakiya şermezar kirinê de ji bo PKK ji "lîsteya rêxistinên terorê" bê derxistin jî îmze hatin komkirin.