Ciwanên Kurd li hemberî xiyanetê meşiyan

Ciwanên Kurd li banliyoya Drancy ya paytexta Fransa Parîsê li hev ciyan û zextên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî girtiyan û xiyaneta PDK’ê bi meşekê şermezar kirin.

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li banliyoya Drancy ya paytexta Fransa Parîsê, li dijî zextên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî girtiyan û xiyaneta PDK’ê bi meşekê hate şermezarkirin. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Di meşê de timî dirûşmeyên li dijî xiyaneta PDK’ê hatin berzkirin.

Di meşê de ciwanan belavokên bi zimanê Fransî belav kirin. Ciwanan piştî meşê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Dewleta Tirk a faşîst ya ku li dijî gerîlayên azadiyê tu serkeftin bi dest nexistin, êrîşî girtîgehan kirin. Dema mijar dibe Kurd, her kes bêdeng dibe û tu kes dengê xwe dernaxe. Wê ciwanên Kurd li her derê li qadê bin û têkoşînê bilind bikin. Em li vir vê wehşetê, xiyanet û hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re tundî şermezar dikin.“