Li Parîsê ciwan li hemberî xiyanetê meşiyan

Ciwanên Kurd li Parîsê daketin kolanan û xiyaneta PDK’ê şermezar kirin.

Li banliyoya Grigny ya paytext Parîsê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ciwan daketin qadê û xiyaneta PDK'ê bi meşekê şermezar kirin. Ciwanên Kurd li ber avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Grigny kom bûn, bi pankarta “Bimre xiyaneta PDK‘ê ” û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û ber bi îstasyona trenê ya Grigny ve meşiyan. Di meşê de ciwanan timî dirûşmeyên bi zimanê Fransî “Ji Ocalan re azadî“, “Qatîl dîgdator Erdogan“, “Ji Kurdistanê re çareseriya siyasî“ û “Bimre xiyaneta PDK’ê“ berz kirin. Ciwanan di meşê belavok belavkirin.

Piştî meşê ji bo giyanê şehîdên Şoreşa Kurdistanê rêz hate girtin. Piştre li ser navê TCŞ'ê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Berxwedana gerîla di heman demê de mizgîniya şoreşa Kurdistanê ye. Ev berxwedana ku li qadên gerîla dest pê kir, li hemû Kurdistanê bi taybet li Bakurê Kurdistanê û Ewropayê berxwedana azadiyê berfirehtir û xurtir kir. Di vê serdema ku em dikarin bibin bersiva daxwaza azadiya gelê xwe, ancax bi meşandina şerê gel ê şoreşgerî li hemû qadan e. Roj ew roj e weke Rêbertiya me dibêje, 'Em ê ne weke berê bijîn, ne jî weke berê şer bikin‘.“