Heyeta HDP’ê serdana xwe ya li Atînayê qedand
Heyeta HDP’ê li Atînayê hin hevdîtin kir û tevlî kongreya SYRIZA’yê bû.
Heyeta HDP’ê li Atînayê hin hevdîtin kir û tevlî kongreya SYRIZA’yê bû.
Heyeta HDP’ê di navbera 13-15’ê Nîsanê de li Atînayê hin hevdîtin kir û duh êvarî jî bi rêveberiya nû ya SYRIZA’yê bû. Heyet duh vegeriya.
Berdevka Partiyê Ebrû Gunay, Alîkara Berpirsyartiya Hevseroka Giştî ya Têkiliyên Derve Feleknas Ûca û parlementerê HDP’ê Sezaî Temellî di heyetê de cih girtin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî peyameke bi vîdeo ji kongreya SYRIZA’yê re şand û peyam li eywana desteya giştî hate nîşandan.
Piştî bernameyê heyet bi serokê SYRIZA’yê Alexsîs Tsîpiras re civiya û derbarê têkiliya di navbera her du partiyan de danûstendin hate kirin.