Li Kopenhagê ji bo Ghadam Haquanîzade çalakî
Ghadam Haquanîzade ya ji Rojhilatê Kurdistanê ye ku tê xwestin ji Kopenhagê were dersînorkirin çalakî hate lidarxistin.
Ghadam Haquanîzade ya ji Rojhilatê Kurdistanê ye ku tê xwestin ji Kopenhagê were dersînorkirin çalakî hate lidarxistin.
Serwîsa Penaberan a Danîmarkayê li bajarê Kopenhagê di meha adarê de xwest ku jina Kurd a Rojhilatî Ghadam Haquanîzade radestî Îranê bike. Ji bo radestkirina Ghadam wê biribûn Stenbolê û ji ber bertekan bêyî ku radest bikin dîsa birin Danîmarkayê. Ji bo jina Kurd Ghadam neyê dersînorkirin ji hêla saziyên civakî yên sivîl ve çalakiya piştevaniya hate lidarxistin.
Rexnegir û Nivîskar Carsten Jensen di çalakiyê de axivî. Jensen xwest ku Serwîsa Penaberan a Danîmarkayê ya ku wekî "endustriya dersînorkirinê" dixebite were girtin. Jensen diyar kir ku gelê ku mafê wê yê rûniştinê li vê dinyayê tune ye gelê Kurd e û wiha got: "Ghadam Haquanîzade dibe ku ne ji derdora me be lê ew miroveka hewceyiya wê bi piştevaniya me heye. Serpêhatiya trajîk a Ghadam cewhera şerê li bajarê Marîoupoliyê ya Ukraynayê ji hêla Rûsyayê tê meşandin e. Ji bo gelê wir dibêjin ' yan bireve yan jî were kuştin'. Ev nêrîn hişmendiya ku li ser Kurdan tê ferzkirin radixe ber çavan. Em îro li dijî dersînorkirina jina Kurd Ghadam radiwestin."
Siyasetmedara heremî ya Kurd Saîme Bîlen jî beşdarî çalakiyê bû. Bîlen li ser tundiye li hemberî Ghadam tê meşandin sekinî û xwest ku li hemberî tundiya li ser jinan tê meşandin têbikoşin.
Di çalakiyê de ji bilî partiya De Free Grønneyê gelek nûnerên saziyên sivîl aktîvîst axivîn.