Li Berlînê li dijî şer meşa girseyî hat lidarxistin

Li paytexta Elmanya Berlînê li dijî polîtîkayên şer meşek hat lidarxistin.

Meşa herî mezin a Paskalyayê (Ostermarsch) a li bakurê Elmanyayê li Oranienplatz a Berlînê dest pê kir. Koordînasyona Aştiyê ya Berlînê (Friedenskoordination) meşa ku bi hezaran kes beşdar bûbûn organîze kir. Meşa îsal bi dirûşmeya "Die Waffen Nieder!“ hat lidarxistin û daxwaza rawestandina şerên li cîhanê kir.

Koordînasyona Aştiyê ya ku ji aliyê gelek rêxistinên li dijî şer û nukleerî yên ku daxwaza aştiyê dikin, hatiye avakirin, di meşê de ji hikûmeta Federal xwest ku "Bernameya 100 milyar çek û parastinê vekişîne".

Meşa hêzên aştiyê li Gorlitzer Bahnhof, Hermannplatz berdewam kir û dîsa li Oranienplatz bi dawî bû.

Di meşê de endamên Meclîsa Nav-Berlînê li dijî qedexeya PKK'ê îmze kom kirin.