Ciwan bi ruhê seferberiyê li Marîgnaneyê daketin qadan

Ciwanên ji TCŞ'ê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li Marîgnaneyê daketin qadan û meşek lidar xistin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bi çalakiyekê şermezar kirin.

Ciwanan di meşê de pankartên "Bimire xiyanet" û "Azadî ji Rêber Apo re" hildan û heta ber Şaredariya Marîgnaneyê meşiyan. Ciwanan piştre ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz girtin.

Bi navê TCŞ'ê axaftin ahte kirin û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, zextên li girtîgehan, tecrîd û êrişên PDK'ê hatin şermezarkirin.

Ciwanan li dijî êrişan bang kirin ku bi lez çalakî bêne lidarxistin.

Di çalakiyê de dirûşma "Terorîst Erdogan" hate qîrîn.