Li St. Gellanê gerîlayên xwişk û bira hatin bîranîn

Gerîlayên HPG’ê Diyana Evîndar (Gulçîn Demîragaç) a di sala 2017’an de li Zapê û Çekdar Zîlan (Ridvan Demîragaç) ê li Tetwanê şehîd bûyîn, li St. Gallenê hatin bîranîn.

Gerîlayên HPG’ê Diyana Evîndar (Gulçîn Demîragaç) a di sala 2017’an de li Zapê û Çekdar Zîlan (Ridvan Demîragaç) ê li Tetwanê şehîd bûyîn, li St. Gallenê bi meresimekê hatin bîranîn. Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi beşdariya gelek Kurdan hate lidarxistin. Meresim bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

Di bîranînê de endama TJK-E Dîlan Zaza axivî û bal kişand li ser rola şehîdan a di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd e.

Li ser navê malbatê Kadîr Demîragaç axivî û got: “Em weke malbat soz didin ku em ê bi bîranîna şehîdên xwe re bibin şopdarên têkoşîna wan."

Di bîranînê de sînevziyona li ser jiyana şehîdan hatiye amadekirin, hate pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.