Li Heîlbronnê şehîd hatin bîranîn
Li Heîlbronnê bi boneya Remezanê ji bo bîranîna şehîdan şîva mewlûdê hat dayîn.
Li Heîlbronnê bi boneya Remezanê ji bo bîranîna şehîdan şîva mewlûdê hat dayîn.
Li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê bi boneya Remezanê ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azada Gelê Kurd şîva mewlûdê hat dayîn. Bîranîn ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Komîsyona Malbatên Şehîdan ve hate lidarxistin.
Di bîranînê de ji bo giyanê şehîdên şoreşê deqîqeyek rêz hate girtin. Di bîranînê de li ser navê Komsiyona Malbatên Şehîdan Omer Çinar axivî. Çinar bal kişand li ser têkoşîna kesên di nava Tevgera Azadiya Kurd de şehîd bûne.
Di bîranînê de xizmên şehîdan jî axaftinek kirin û soza parastina têkoşîna bi rûmet a şehîdan nû kirin.
Di bîranînê de sînevziyon hate pêşandan.
Piştî xwendina mewlûdê sifra fitarê hat danîn.