Li Rennesê li hemberî faşîzmê meş
Li Rennesê bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan (LDH) li dijî polîtîkayên faşîzmê meşek hate lidarxistin.
Li Rennesê bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan (LDH) li dijî polîtîkayên faşîzmê meşek hate lidarxistin.
Li bajarê Rennesê yê Fransayê bi pêşengiya Komeleya Mafê Mirovan (LDH) li hemberî faşîzmê meşek hate lidarxistin. Meş li qada Charles de Gaullesê bi beşdariya gelek saziyên çep ên sosyalîst, sendîka, komeleyên jinan, xwendekar û Kurdistaniyan pêk hat.
Di meşa li navenda bajêr pêk hat de bê navber dirûşmeyên “Ji Kurdistanê re çareseriya polîtîk“, “Bijî hevgirtina enternasyonalîst“, “Ji Abdullah Ocalan re azadî“ û “Jin jiyan azadî“ hatin berzkirin.