Ciwanan li Marîgnaneyê dewleta Tirk û PDK protesto kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Marîgnane yê li başûrê Fransayê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê protesto kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) şeva Şemiyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û protestokirin êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşek lidar xistin.

Di meşê de meşale hatin pêkirin, li gel posterên Abdullah Ocalan alên PKK’ê jî hatin hildan.

Çalakiya ku bala welatiyên derdor kişand, bi qasî saetek dom kir.

Ciwanan piştî meşê daxuyaniyek dan û destnîşan kirin ku wê li dijî êrişên faşîzan qadan vala nehêlin.

Her wiha ciwanan ji bo 1’emîn Kongreya TCŞ a Asayî ku wê 24’ê Nîsanê bê lidarxistin jî banga tevlîbûnê kirin.