‘Em ê rê nedin xiyanet û dagirkirinê‘

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê, li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê ku wê rê li ber êrîşeke topyekûn a li Kurdistanê veke, meşek hat lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Zurîh ê Swîsreyê li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK'ê pêk tên bi meşekê şermezar kirin. Kurdistanî û dostên wan bi şîara “Bimre xiyanet) li ser banga Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi beşdariya hêzên demokrasiyê û hemû pêkhateyan li qada Helvetîaplatzê hatin ba hev û li hemberî êrîşên dagirkeriyê û xiyanetê meşiyan. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û KCK’ê hatin hildan.

Di meşê de li hemberî dagirkerî û xiyanetê li ser bingeha yekitiya neteweyî ya Kurd bangewaziya bilindkirina têkoşînê hate kirin.

‘TIRKIYE BI HEVKARIYA PDK’Ê DIXWAZE AXA ME DAGIR BIKE‘

Berî çalakiyê ji bo giyanê şehîdan rêz hategirtin. Li qada çalakiyê li ser navê CDK-S Alî Şimşek axaftinek kir. Şimşek, bal kişand li ser girîngiya avakirina yekitiya neteweyî ya Kurd û wiha got: “Ev demek dirêje dewleta Tirk a dagirker bi êrîşan dixwaza xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Ev êrîşên dagirkirinê bi berxwedana gerîlayên azadiyê têk çû. Dewleta dagirker ya ku li hemberî gerîla têk çû, niha bi hevkariya PDK’ê dixwaze van êrîşên dagirkeriyê bidomîne. Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê dixwaza axa me wêran û talan bike. Ev êrîş dewleta Tirk a dagirker ne tesadufî ne. Êrîşên li Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê bi giştî encama konsepteke diyarkirî ne. Divê hemû Kurd bibin yek û li dijî vê têbikoşin.”

Piştî axaftina Şimşek, girse bi dirûşmeyên teşîrkirina xiyanetê dest bi meşê kir. Di dema meşê de ji aliyê aktivîstan ve belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin. Kurdan û dostên wan li kolanên Zurîhê hêrsa xwe ya li dijî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re nîşan da, piştî meşa bi qasî saetekê dewam kir, vegeriya qada çalakiyê û li vir mîtîngek hat lidarxistin.

Li vir endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Zozan Serhat axivî. Serhat anî ziman ku planên qirêj ên malbata Barzanî hatine teşîrkirin û wiha got: “Malbata Barzanî axa Kurdistanê qurbanî Tirkiyeyê dike û dibêje li ser navê Kurdan hevdîtina dike. Belê, çima li pişt we tenê ala Tirkiyeyê heye? Em pirs dikin, hûn waliyekî girêdayî dewleta Tirk a dagirkerin? Îro PDK dibêje, bila PKK ji nava çiyayê me biçe. Lê belê nabêjin çi karê dewleta Tirk di nava axa me de heye. Em ê tu carê li hemberî gelê xwe xiyanetê nekin û kesên xiyanetê dikin jî em ê efûnekin.“

Li ser navê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan jî Metîn Devrîm axivî û got: “Em ê weke gelan têkoşîna xwe bidomînin. Dema ku şoreşa mafan pêk were dê malbata Barzanî jî biçe. Divê gumana tu kesê ji vê nebe. "

Piştî axaftinan mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.