Li bajarên Elmanyayê êrîşên dagirkirinê û xiyaneta PDK’ê hate protestokirin
Kurdistanî û dostên wan li gelek bajarên Elmanyayê daketin kolanan û êrîşên dagirkirinê ên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK'ê pêk tên şermezar kirin.
Kurdistanî û dostên wan li gelek bajarên Elmanyayê daketin kolanan û êrîşên dagirkirinê ên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK'ê pêk tên şermezar kirin.
Êrîşa nû ya dagirkeriyê ya dewleta Tirk a 17’ê Nîsana 2022’an danê êvarê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kir, îro li gelek bajarên Elmanyayê bi xwepêşandanan hate protestokirin. Di xwepêşandanan de Kurdistanî û dostên wan bi taybet bertek nîşanî xiyaneta PDK'ê dan.
MUNÎH
Li bajarê Munîhê yê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hate protestokirin. Kurdistanî û dostên wan li Karlsplatz Stachusê hatin ba hev û mîtîngek li dar xistin.
Di mîtînga ku ji aliyê Meclîsa Civaka Demokratîk a Mûnîhê ve hat organîzekirin de, daxuyaniyên KOM-MED'ê ya bi zimanê Elmanî hate xwendin. Di mîtinê de timî dirûşmeyên "Terorîst Tirkiye", "Bijî berxwedana gerîla " û "Leşkerên Tirk ji Kurdistanê derkeve" hatin berzkirin. Di mîtîngê de Kurdistaniyan bang li welatên Ewropayê kirin ku nebin hevparê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê.
KOLN
Navendek din a çalakiyan bajarê Kolnê yê Elmanyayê bû. Bi pêşengiya Meclîsa Kolnê û Meclîsa Jinê ya Viyan a Kolnê, bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên duh bi şev bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kir, li ber Dêra Dom xwepêşandanek hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên beşdarî meşê bûn bi dirûşmên "Dewleta Tirk a faşîst ji Kurdistanê bicehime" û "Bimre xiyanet" bertekên xwe anîn ziman.
Hevseroka KON-MED'ê Zubeyde Zumrût di çalakiyê de axivî û diyar kir ku eger PDK dest ji xeta xiyanetê bernede û destê dewleta Tirk a dagirker di dagirkeriya Kurdistanê de hebe, wê her tim weke xayinekî di dîrokê de bê bibîranîn. Zûmrût anî ziman ku weke gelê Kurd û jinên Kurd wê her tim li kêleka gerîla bin.
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
DÛÎSBÛRG
Kurdistaniyên li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê û dostên wan li Gara Trenê ya navendî li hev civiyan, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê ya li dijî Zap, Avaşîn û Metîna şermezar kirin. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên "Parastina gerîla parastina Kurdistanê ye" û "Bimre xiyanet, bijî berxwedana gerîla" hatin berzkirin.
Li ser navê YJK-E Ayten Kaplan axivî û diyar kir ku konsepta êrîşa nû xeta jina azad hedef digire û bang li hemû jinan kir ku xwedî li berxwedana gerîla ya di pêşengiya gerîlayên YJA-STAR’ê de pêşketiye, hembêz bikin. Kaplan, bal kişand ser polîtîkayên durû yên Yekîtiya Ewropa û NATO'yê, bêdengiya li hemberî konsepta dagirkeriyê şermezar kir û diyar kir ku ew ê weke jin her roj li qadan bin.
FREIBÛRG
Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê jî li dijî xiyanet û hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirkiyeyê meşek girseyî hate lidarxistin. Di meşê de bi sedan kes ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê ji duh bi şev û vir ve li hev civiyan. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku ew ê tu carî xiyaneta PDK'ê qebûl nekin.
BIELEFELD, BIELEFELD, GOTTINGEN, SAARBRUCKEN, LEÎPZÎG Û GIESSEN
Li bajarê Bielefeld, Gottingen, Saarbrucken, Leîpzîg û Giessen ên Elmanyayê bi çalakiyên cuda êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê hate protestokirin. Di çalakiyan de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin rakirin. Di çalakiyan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“, “Kujer Tirkiye“ û “Bimre xiyanet“ hatin berzkirin.
Di çalakiyan de axaftin hatin kirin û hate gotin ku ew ê tu carî li ber dagirkeriya TC'ê serê xwe netewînin û ger ku PDK dibêje qey wê di xeta xiyanetê de encamê bigire xwe dixapîne. Di axaftinan de hate diyarkirin ku PKK hêvî, bawerî û azadiya gelan e û ew ê bi berxwedana xwe dewleta Tirk û xiyaneta PDK'ê têk bibe.