ROJANE
Hemû Nûçe
-
KNK ji bo mamoste Kerîm Ehmed peyamek sersaxiyê weşand
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya wefata sekreterê berê yê Hizba Şûî ya Kurdistan û Iraqê mamoste Kerîm Ehmed peyameke sersaxiyê weşand. KNK’ê di peyama xwe de hevxwemiya xwe bi gelê Kurd, xizm, malbat hevrê û dostên Ehmed re anî ziman. -
Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn: Li dijî faşîzmê timî berxwedan
Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê yên li Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê li dijî êşkenceyê dest bi rojiya mirinê kirin, li gelek bajaran hatin bîranîn û peyam hat dayîn ku têkoşîna li girtîgehan hê jî didome. -
Milîsên HBDH: Êşkencekar Emîr Keleş hate cezakirin
Milîsên Kemal Pîr ên HBDH’ê ragihand ku wan êşkencekar Emîr Keleş ê li zîndana Edeneyê peywîrdar bi gotina, “Silavên Kemalê Laz ji bo te hene“ ceza kirine. -
Polîsan êrîşî dayikên girtiyan kir: 5 kes hatin destgîrkirin
Polîsan êrîşî dayikên di Nobeta Edaletê de kir û 5 destgîr kir. -
Yekîtiya Nivîskarên Neteweyî: Em bi rojnamevanên Kurd re ne
Yekîtiya Nivîskarên Neteweyî: Li hemberî van êrîşên dawîn ên rejîma Erdogan em piştgiriyê didin rojnamevanên Kurd. -
Zilma ATK'ê ya li dijî Aysel Tûglûk dewam dike
Parêzeran diyar kirin ku dîsa ATK’ê rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ dane siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk û gotin, "Raporeke yekalî, bi nakok û seranser e ku ne li gorî delîlan, dûrî zanistî û objektîfbûnê hatiye amadekirin." -
Di Festîvala Evvel a Tîrmehê de 24 kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk bi hinceta posterên Îbrahîm Kaypakkaya ku li standa Festîvala Kevneşopî ya Evvel a Tîrmehê hatiye vekirin, 24 kes destgîr kirin. -
ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê îro jî domiya
Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû di Nobeta Edaletê ya Îzmîrê de axivî û got “Bêhestiyariya li hemberî girtîgehan û bêdengiya li hemberî rewşa girtiyên nexweş tê wateya rizîna wijdana civakî.” -
ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Nameya Rojnamevan Ertaş dîsa wekî 'bixeter‘ hat desteserkirin
Nameya ku Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, ji rojnameya Yenî Yaşamê re şandiye careke din “bixeter” hate dîtin. -
‘Heta zarokên me bên berdan em ê li ber xwe bidin‘
Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê didomînin û gotin: “Heta zarokên me bên berdan em ê li ber xwe bidin û li kolanan bin.“ -
Dayikên Şemiyê nerazîbûn nîşanî Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Yazici dan
Dayikên Şemiyê nerazîbûn nîşanî sixtekariya Hayatî Yazici yê AKP’yî dan û gotin “Dema ku heq û azadiya me hatiye desteserkirin, ji me re qala demokrasî, heq û hiqûqê nekin.” -
Mehmet Ocalan: Hêviya min ji vê dewletê û hiqûqa wê nîne
Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan gilî û gazin kir ku di di cejnê de jî nehiştin ew biçin Îmraliyê û got, "Hêviyek min ji vê dewletê û hiqûqa wan nîne." -
Fûat Kav: 14'ê Tîrmehê qonaxa diyarker bû
Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Fûat Kav diyar kir ku berxwedana 14'ê Tîrmehê di dîroka Kurdistanê de qonaxa diyarker bû û got, "Ruhê vê berxwedanê îro li çiyayên Kurdistanê ye." -
ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Girtîgeha Akhîsarê dermankirina girtiyan tê astengkirin
Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê ji bo girtiyan sewqî nexweşxaneyê bê kirin, şertê lêgerîna tazî anîn. Girtiyên ku lêgerîna dev qebûl nakin û di nav wan de girtiyên nexweşiyên dil, tansiyona bilind û helîna hestî hene jî nabin nexweşxaneyê. -
Daîreya Bilind a DMME'yê: Tirkiyeyê di doza Kaval de PMME binpê kir
Daîreya Bilind a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku dewleta Tirk li dijî biryarên DMME'yê karsaz Osman Kavala girtî dihêle û bi vî rengî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) binpê dike. -
ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Hatîmogûllari: Wezîrê Karên Hundir wê wek rontgenvanî bikeve dîrokê
Parlementera HDP'ê Tulay Hatîmogûllari bertek nîşanî danîna kamerayê ya li Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê da û got, “Ev dosya wê di dîrokê de weke rontgenvaniyeke bi fermana wezîrê karên hundir hatiye kirin bê nivîsandin.” -
Bîranîna Komkujiya Gar a Enqereyê: DAÎŞ xwe ji nû ve birêxistin dike, dewlet bêdeng e
Li Enqereyê di bîranîna 104 qurbaniyên Komkujiya Gar a Trenê de hate ragihandin ku dewlet li hemberî birêxistinbûna DAÎŞ'ê ya li Tirkiyeyê bêdeng maye. -
ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Girtiyan li Girtîgeha Kurkçulerê dest bi greva birçîbûnê dikin
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê diyar kirin ku piştî 14’ê Tîrmehê wê li dijî êşkence û pêkanînên qirkirinê dest bi greva birçîbûnê bikin. -
Mirinê li girtiyên nexweş Erîk û Başaran ferz dikin
Di çalakiyê de bal hat kişandin li ser giranbûna rewşa girtiyên nexweş Necdet Erîk û Îdrîs Başaran û peyama, “Mirin li wan hat ferzkirin, divê demildest serbest bên berdan” hat dayin. -
Rewşenbîrên Kurd: Divê Swêd, Fînlandiya û NATO nebin hevkarên şerxwazan
Ronakbîr, nivîskar, mafnas, rojnamevan, akademîsyen, hunermend û siyasetvanên Kurdistanî bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Swêd, Fînlandiya û NATO’yê kirin ku bila di doza Kurdan de bibin hevkarê lêgerînên diyalog û aştiyê.