ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî vê mijarê wê werin şopandin.
- Di berxwedana dîrokî ya 14'ê Tîrmeha 1982'an de ku gelê Kurd jê re 'Roja Rûmetê' dibêje, kadroyên pêşeng ên PKK'ê M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz şehîd bûn.
- Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt got, "Dijmin nikare bêyî dayina berdêlan bikeve ti cihî. Her gava ku biavêje wê berdêla wê bide. Her ku şer dewam bike wê berdêla wê jî girantir bibe."
- "Eger li Kurdistanê şer, hişmendî û çalakiya berxwedana neteweyî nikarin bêne astengkirin, eger pêl bi pêl li nava civakê belav dibe, eger pêşî li şerê me nikare bê girtin û vediguhere mîna lehiyekê, yekane çavkaniya vê, şehîdên berxwedanê ne. Têkoşîn wê êdî ji vê çavkaniyê bê kirin û bi ser bikeve."
- Li çiyayên Kurdistanê çîrokeke nû ya lehengiyê li dîrokê hate nivîsandin. Ev çîrok çîroka Rustemê Kamyaran e ku li gundekî herêma Kamyaran a Rojhilat ji dayik bû.