Parêzeran di der barê Hevseroka berê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera berê Aysel Tûglûk a ku dîl tê ragirtin de daxuyaniyeke nivîskî dan.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Tûglûk ev demeke dirêj e li girtîgeha ku lê girtî ye bi nexweşiya demanseyê ketiye û hat gotin: "Piştî teşhîs û tedawiya ewil a ku di Sibata 2021’an de ji aliyê Nexweşxaneya Dewletê ya Sekayê ve hat destpêkirin, muayeneyên wê bi navber li Nexweşxaneya Dewletê ya Kocaeliyê û Daîreyên Pisporê Saziya Tip a Edlî (ATK) dewam kirin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ATK'ê berovajiyê raporên komîteyên tenduristiyê û nêrînên pisporên zanistî, dîsa diyar kirine ku Tûglûk dikare li girtîgehê bi tena serê xwe bimîne û wiha hat gotin, “Lijneya Pisporê ya 3’yemîn a ATKê xwedî ziman û naverokeke ku nêrînên yekalî, nakok û serpêhatî dihewîne, ne li ser delîlan e, ji zanistî û objektîfbûnê dûr e."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di serlêdana ku li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hat kirin de bi "daxwaza tedbîrê" ti biryar nehat dayîn.