Yekîtiya Nivîskarên Neteweyî: Em bi rojnamevanên Kurd re ne

Yekîtiya Nivîskarên Neteweyî: Li hemberî van êrîşên dawîn ên rejîma Erdogan em piştgiriyê didin rojnamevanên Kurd.

Yekîtiya Nivîskarên Neteweyî (NWÛ) derbarê girtina 16 rojnamevanên Kurd daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Li hemberî van êrîşên dawîn ên rejîma Erdogan em piştgiriyê didin rojnamevanên Kurd. Ev şert ji bo rojnamevanên Kurd û rojnameya wan Yenî Yaşamê çapemeniya azad dike meseleyeke man û nemanê.

Em dibînin ku her dem li ser gelê Kurd zext heye, bi girseyî tên girtin, partiyên wan ên siyasî tên girtin û rayedarên dewleta Tirk şîddetê li wan dike. Em nivîskar û rojnamevanên li DYE’yê ji bo zelalî û azadiya çapemeniyê têdikoşin, diyar dikin ku em piştgiriyê didin rojnamevanên Kurd."

Di daxuyaniyê de qala zext û cînayetên di salên 1990’î de hate kirin û bal hate kişandin ser vî tiştî ku heman rewş îro jî didome.

Yekîtiya Nivîskarên Neteweyî di daxuyaniya xwe de got “Li gorî dosyeyên dozên çapemenî û siyasî yên heyî û yên berê biryara nepeniyê hatiye dayîn û ev jî diyar dike ku dewlet ji bo delîlên sixte amade bike, ji xwe re wextê ava dike.”