ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 22'Ê TÎRMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê di roja 89’emîn de didome
Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê di roja 89’emîn de berdewam dike. Hanim Sever a ku kurê wê Medet Sever li Girtîgeha Bandirmayê girtî ye, da zanîn ku ji ber zarokên wan Kurd in ev ceza li wan tên birîn û Kurd ji ber nasnameya xwe ya Kurdbûnê tên girtin. -
Dayikên xizmên girtiyan hatin destgîrkirin
Polîsan êrîşî dayikên xizmên girtiyan kirin. Dayikên girtiyan ji bo balê bikişînin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan xwestin li ber Edliyeya Çaglayanê daxuyaniyê bidin. Dayik û ciwanên ku piştgirî dan wan di bin êşkenceyê de hatin destgîrkirin. -
ÎHD: Divê dewleta Tirk ji Sûriye û Iraqê derkeve
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) piştî qetlîama ku dewleta Tirk li Zaxoyê kiribû daxuyaniyek weşand. ÎHD’ê xwest bila li Meclîsê Komîsyona Lêkolînê were avakirin û hêzên Tirk ji Iraq û Sûriyeyê derkevin. -
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe dîsa serlêdan kirin. -
Li Girtîgeha Kurkçulerê koma nû greva birçîbûnê wergirt
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ji bo bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Koma duyemîn greva birçîbûnê wergirt. -
Dewleta ku daristanên Kurdan talan dike, li ser înternetê jî daran difroşe
Dewleta Tirk a ku daristanên Bakurê Kurdistanê talan dike, vê carê jî li ser înternetê dar û êzingan difiroşe. -
ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Polîsan li Enqere û Îzmîrê mudaxaleyî bîranîna Pirsûsê kir
Polîsan mudaxileyî rêxistinên ciwanan ên ku li Îzmîr û Enqereyê ji bo bibîranîna 33 kesên li Pirsûsê hatibûn qetilkirin kom bûbûn, kir. Di mudaxaleyê de gelek ciwan hatin destgîrkirin. -
Gerîlaya YJA Starê Jiyan Erûh li Mersînê hat veşartin
Gerîlaya YJA Starê Jiyan Erûh (Şehmîran Karahan) a di encama êrîşa bi balafira biçek a bêmirov de li navçeya Şaxê ya Wanê şehîd bû, li Mersînê hat veşartin. -
Li gelek bajaran şehîdên Qetlîama Pirsûsê hatin bîranîn
Li bajarên Amed, Wan, Colemêrg, Şirnex û Stenbolê cangoriyên Qetlîama Pirsûsê hatin bîranîn. -
Li Denîzliyê li hemberî malbateke Kurd êrîşeke nîjadperest pêk hat
Li Pamûkkaleya Denîzliyê malbateke Kurd rastî êrîşa nijadperest hat. Polîsan li şûna destwerdanê, êrîşî malbatê kirin. Nîjadperestê ku gefa kuştinê xwar, serbest hat berdan. -
Kampanyaya berhevkirina îmzeyan li dijî rakirina mafê parêzbendiyê
Rêxistinên civaka sivîl, ji bo Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz ya ku tê xwestin mafê wê yê parêzbendiyê were rakirin, dest bi kampanyaya îmzeyan kir. -
Gunay: Armanca êrîşan têkbirina destkeftiyên Kurdan e
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay: “Êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê wateya ku destkeftiyên Kurdan têk bibin.” -
HBDH: Xwedîlêderketina xeyalên 33 ciwanan tê wateya parastina Şoreşa Rojava
HBDH’ê di salvegera 7’emîn a Qetlîama Sirûcê de peyamek weşand û got “Xwedîderketina li xeyalên 33 ciwanan tê wateya parastina Şoreşa Rojava.” -
Divê Davûtoglû derbarê qetlîama Pirsûsê tiştên ku dizane, bibêje
Platforma Edaletê ya Ji Bo Pirsûsê bi salan e pêvajoya dozê dişopîne û ligel ku tê astengkirin jî tabloya rastîn radixe ber çavan. Parêzerên dozê dixwazin di pêvajoya darizandinê de Davûtoglû jî wekî şahid biaxive. -
ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Milîsên KBDH’ê mêrekî ku ‘neyarê jinan bû’ ceza kir!
KBDH’ê, ragihand ku li Stenbolê wan mêrekî ku 'neyarê jinan' bû ceza kiriye. -
Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Em nikarin bi zarokên xwe re biaxivin
Malbatên ku Nobeta Edaletê ya ji bo girtiyan li Îzmîrê dewam dikin nerazîbûn nîşan dan û gotin, "Telefonên ku zarokên me bi me re peywendî datînin xerabe ne, em nikarin bi wan re baş biaxivin." -
DKP/Yekîtî: Em ê li dijî dagirkeriyê Şoreşa Rojava biparêzin
DKP/Bîrlîk bi daxuyaniyek got, "Em ê li dijî mêtîngerî û dagirkeriyê, Şoreşa Rojava biparêzin. Ji bo hilweşandina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê divê em têkoşînê mezin bikin." -
MLKP’ê salvegera Şoreşa Rojava silav kir
MLKP Kurdistan salvegera Şoreşa Rojava silav kir û got “Em bang dikin ku em li dora Şoreşa Rojava bibin xelek.” -
ESP: Ji bo parastina şoreşê û rabûna li ber dagirkeriyê em derkevin meydanan
ESP’ê di salvegera 10’emîn de, silav li Şoreşa Rojava kir û ji bo parastina şoreşê û rabûna li ber dagirkeriya dewleta Tirk bang kir. -
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin serlêdan kirin. -
ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rûniştina doza Denîz Poyrazê taloqî 12’ê Cotmehê hat kirin
Di doza ku Onur Gencer ê Denîz Poyraz qetil kir de, şebekeya pêwendiya bersûcan a bi endamên AKP'ê û Ocaxên Nijadperestan re hat pirsîn. Dadgehê ji ber daxwazên malzemeyên dijîtal û qeydên kamerayê red kir, doz taloq kir.