ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

-Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya KCK’ê ku komkujiya Zaxo şermezar kir, bang kir li hêzên navneteweyî û herêmî kir ku nebin hevkarê sûcê şer ên dewleta Tirk a bi xeyalên Neo Osmanî li herêmê xwînê dirêje; divê gelê Kurd û dostên wan nerazîbûnên xwe zêde bikin.

-Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Demokratîk Cîhan Xelîl diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hestyariya ‘em ê xaka xwe biparêzin’ bi aktîv tevlî seferberiyê dibe.

-Derewa Walî û qeyûm a ‘Aramî hate Colemêrgê’ zû qediya. Piştî festîvala li Çiyayê Cûdî û Zozanên Berçelan û şûnde ev herêm hatin qedexekirin an jî bi destûrên taybet dikare bê bikaranîn.