ESP: Ji bo parastina şoreşê û rabûna li ber dagirkeriyê em derkevin meydanan

ESP’ê di salvegera 10’emîn de, silav li Şoreşa Rojava kir û ji bo parastina şoreşê û rabûna li ber dagirkeriya dewleta Tirk bang kir.

Desteya Rêveber a Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), ji ber salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî da. 

Di daxuyaniya ESP’ê de hate destnîşankirin, ku Şoreşa Rojava hêviyek e ji gelên herêmê û yên cîhanê re û wiha hat gotin: "Şoreşa Rojava, çalakiya ji bo azadiyê û destketina gelan e ku xwe wek eniya sêyemîn li dijî dagirkeriya emperyalîst a paşverû bi rêxistin kirine. Bi dijmêtingerîbûyîn, azadîxwaziya jinan û demokrasiya xwe cihê jiyana bi azadî, wekhevî û adilane ye li dijî polîtîkayên emperyalîst ku ji xeynê mêtingerî şer û hilweşandinê tu siûda xwe ji gelên herêmê û cîhanê re nîn e. Şoreşa Rojava, Rêberiyê dike ji xelkên di nav tariya li Rojhilata Navîn de."

‘EM PARASTINA ŞOREŞÊ BI HEV RE BIKIN’

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin: 

"Gelên, xwe di meclîsên Rojava de bi wekhevî bi rêxistin kirin, jin û bindestan bi parastina cewherî, bi dayîna bedêlan destketî parast. Şoreş, li dijî rejîma Esad, hovîtiya DAÎŞ'ê û dewleta Tirk a mêtinger pêk hat. Derfetên xwe yên hêj bêhtir bi pêş de biçe hene. Rêya bipêşdeçûnê, parastina şoreşê bi hev re ye.

Em di salvegera 10’emîn de, di şexsê şehîdên nemir de silav li Şoreşa Rojava dikin û em dibêjin ku em ê bi canê xwe parastina şoreşê ji dagirker û mêtingeran bikin û li avakirina wê dewam bikin."