Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Em nikarin bi zarokên xwe re biaxivin

Malbatên ku Nobeta Edaletê ya ji bo girtiyan li Îzmîrê dewam dikin nerazîbûn nîşan dan û gotin, "Telefonên ku zarokên me bi me re peywendî datînin xerabe ne, em nikarin bi wan re baş biaxivin."

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin di roja 87’emîn de li ber Baroya Îzmîrê berdewam kir.

Rêveberên rêxistinên HDP’ê yên navçeyên Karşiyaka û Foça destek dan malbatan.

Hevseroka Rêxistina HDP’a Foçayê Mukaddes Işik di çalakiyê de axivî û got: “Bi mehan e ev lêgerîna edaletê didome. Em bi mafdariya malbatên xwe bawer in. Em ê heta dawiyê li dijî zilmê li ber xwe bidin.”

Hevserokê Rêxistina HDP’a Karşiyakayê Menfî Yilmaz jî xwest ku rayedar ji bo girtiyan çareseriyek peyda bikin û got ku, heke çareserî neyê peydekirin wê krîza edaletê kûrtir û mezintir bibe.

Hanim Sever a di çalakiya Nobeta Edaletê de cih digire jî anî ziman ku ew nikarin pêwendiyê bi zarokên xwe deynin û bang li Wezîrê Dadê kir ku dawî li êşkence û zextan bîne û got ku ew dixwazin demildest edalet bi cih were.

Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz jî bal kişand ser doza keça xwe ku duh li Dadgeha Îzmîrê hat lidarxistin û got: “Kujer Onur Gencer di dozê de jî gefan dixwe. Bersiva tu pirsan neda. Nexwest bersiv bide û hêza li pişt xwe bide dest. Ji kesek hesab bide bêtir wek hesab bixwaze tevdigeriya. Heke dewletê destê xwe li pişta wî neda, ew ê jî wisa tevnegeriya. Me li dijî kujeran stûyê xwar nekir û em ê xwar nekin jî. Ez ji bo girtiyan û keça xwe edaletê dixwazim.”