33 ciwanên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst ên ji bo avakirina ji nû ve ya Kobanê ji Stenbolê ketibûn rê, di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Navenda Çandê ya Amarayê ya Pirsûsa Rihayê di êrîşa DAÎŞ’ê de hatibûn qetilkirin.
Abdurahman Alagoz ê ku êrîş kiribû û birayê wî Yûnûs Emre Alagoz wekî ‘ji ber terorê li wan tê gerîn’ qeyda wan hebû û beriya êrîşê bi du mehan bavê wan giliyê kurên xwe kiribû. Piştî êrîşa Pirsûsê li Yûnûs Emre Alagoz jî digeriyan lê 3 meh şûnde li Gara Enqereyê qetlîamek kir û 103 kes di qetlîamê de hatibûn qetilkirin.
Derbarê doza Qetlîama Pirsûsê Sezîn Ûçar a ku parêzera Buroya Hiqûqê ya Bindestan e ji ANF’ê re axivî.
ME XWEST EM XETEKE CIVAKÎ AVA BIKIN
Sezîn Ûçar diyar kir ku wan dizanibû saziyên darizandinê wê nikaribin edaletê pêk bînin ji ber vê wan ji bo xeteke civakî hewl dane û got “Piştî qetlîamê tevî hinek saziyên hiqûqê û gelek parêzeran me Platforma Edaletê ya ji bo Sirûcê ava kir. Ji ber ku aqûbeta qetlîamên li Tirkiyeyê li holê ye.Qetlîama Sêwasê, Roboskiyê û Beyazitê. Heta ku têkoşîneke edaletê ya civakî neyê birêvebirin wê saziyên darizandinê edaletê pêk neynin. Me dizanibû wê qetlîama Pirsûsê tevî hemû têkiliyan derneketa holê. Ji ber vê me xwest, em xeteke civakî ava bikin. Platforma me ji serî ve dizanibû Qetlîama Pirsûsê bi tenê ji aliyê kesê ku bombe bi xwe teqandiye nehatiye kirin. Me dizanibû peywirdarên din ên dewletê û çeteyên DAÎŞ’ê jî di nav vê pêvajoyê de bûne û me dest bi komkirina delîlan kir. Di dema lêkolîna bûyerê de çi tiştên ku me bi dest xist, me pêşkêş kir. Lê dozgerê lêpirsînê bi qasî 18-19 mehan îddîaname amade nekir. Ji bo daxwazên me û lêkolînan tiştek nekirin.
Em gelek caran çûn Rihayê em bi dozgerê lêpirsînê re rûniştin. Me xwest li ser malbata Abdurahman Alagoz lêkolîn were kirin, dema ku li Tirkiyeyê li wî dihat gerîn gelo ew çûye ku derê, kîjan telefon bi kar aniye, ji kîjan sînorê ketiye hundir Lê ev daxwazên me nehatin qebûlkirin. Em bi xwe di 9’ê Cotmeha 2015’an de li Rihayê bûn. Roja dîtir Yûnûs Emre Alagoz jî tê de komekê li Enqereyê qetlîamek kirin. Me her dem got, heke li ser qetlîama Pirsûsê bihatina sekinandin wê qetlîama Enqereyê pêk nehata û ew ê êrîşên DAÎŞ’ê yên piştre jî bihatina astengkirin.
PIŞTÎ 19 MEHAN DERBARÊ 3 KESAN ÎDDÎANAME HATE AMADEKIRIN
Ûçar diyar kir dema ku îddîaname hatiye amadekirin wan dîtine ku derbarê têkiliyan tiştek tune û got “Piştî 19 mehan me dît ku bi tenê derbarê 3 kesan îddîaname hatiye amadekirin. Yakûb Şahîn, Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balî. Lê gelekî zelal e ku qetlîama li Pirsûsê tevî kesê xwe ku xwe teqandiye, ji 4 kesan pêk nayê. Ev kes hatine Tirkiyeyê, perwerde bûne, kesên alav dane wan, pere dane wan û lojîstîk amade kirine. Ev avadaniyeke tevlihev e. Mixabin zêdetir kes nehatin darizandin. Ji destpêkê ve daxwaza me ev bû ku hemû kujerên amadekariyên vê qetlîamê werin girtin û bihatina darizandin.”
DEMA KU LI WAN DIHAT GERÎN LI NEXWEŞXANEYÊ TEDAWÎ BÛYE
Ûçar diyar kir piştî ku heyet ji dadgehê vekişiya û heyeta duyemîn beşeke zêde ya daxwazên wan hatine qebûlkirin û got “Heyetê qebûl kir ku Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî heta niha li ku bûne û çi kirine. Îstîxbaratê ji bo dosyeyê diyar kir ku Îlhamî Balî li Îdlîbê li herêmeke di bin kontrola Tirkiyeyê de ye û Denîz Buyukçelebî jî li Şamê ji aliyê rejîmê ve hatiye kirin. Derket holê dema ku Îlhamî Balî kujerê dosyeya qetlîama Pirsûsê bû li nexweşxaneya dewletê ya Cîhanbeyliya Konyayê tedawî bûye. Qaşo dewlet li wî digere lê ew li nexweşxaneyeke dewletê tedawî dibe. “
ME XWEST DAVÛTOGLÛ JÎ BIAXIVE
Ûçar diyar kir wan xwestine Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû jî di dozê de biaxive û got “Davûtoglû ne şahid e, ew yekser kujerê vê qetlîamê ye û sûcdar e. Em dixwazin were tevlî doza Qetlîama Pirsûsê bibe û çi tiştên ku dizane bila bibêje. Di dosyeya me de ev tişt nehatiye qebûlkirin. Dadgeh li bendê ye hinek biryarên navberê were pêkanîn. Piştre wê daxwazê binirxîne. Dadgeh jî dixwaze ne daxwazê red bike û ne jî qebûl bike. Di dosyeya Tahîr Elçî de hate xwestin ku Davûtoglû jî biaxive. Dibe ku di meha Kanûnê de di rûniştinê de biaxive.”
Ûçar diyar kir ku îstîxbaratê agahî daye Walîtiya Pirsûsê ku wê qetlîam pêk were û got “Îstîxbaratê gotiye ‘Wê li hemberî ciwanên dixwazin biçin Kobanê tiştek were kirin. Dibe ku DAÎŞ êrîşeke wisa bike’ Dema ku ev agahî tê, emniyet çi dike. Ji bo peywirdarên emniyetê mertalekî parastinê tê avakirin. Yeko yeko li nava alavan digerin. Lê kesê ku wê xwe biteqîne û derbarê wî biryara lêgerînê heye, ji ser rêya midûriyeta emniyetê tê û derbas dibe. Tu tevdîr nayê stendin. Emniyet xebatkarên xwe diparêze lê derbarê ciwanên wir tiştekî nake. Bi vê raporê de Midûrê Emniyetê yê Pirsûsê Mehmet Yapali hate darizandin. Di heman demê de midûrê şaxên ‘têkoşîna li dijî terorê’ û serokê daîreya îstîxbaratê hatin darizandin. Bi giştî 3 peywirdarên emniyetê. Ev jî ne ji ber ‘sûcê li dijî mirovayetiyê’ hatin darizandin. Ev kes ji ber ‘peywira xwe îhmal kirine’ hatin darizandin. 9 mehan cezayê girtîgehê li wan hate birîn û piştre ev ceza veguherandin cezayê pere.”
Ûçar diyar kir wê doza nû di Kanûnê de were kirin û gotin “Me hemû daxwazên xwe dîsa dubare kir, heyeta dadgehê gelek jê qebûl kir û bi vê re me jî karî em xwe bigihînin hinek rastiyan. Ev encama têkoşîna edaletê ya 7 salan e.”