Milîsên KBDH’ê mêrekî ku ‘neyarê jinan bû’ ceza kir!
KBDH’ê, ragihand ku li Stenbolê wan mêrekî ku 'neyarê jinan' bû ceza kiriye.
KBDH’ê, ragihand ku li Stenbolê wan mêrekî ku 'neyarê jinan' bû ceza kiriye.
Milîsên Sevda Serînyel ên KBDH’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand ku wan li Stenbolê ‘mêrekî ku ‘neyarê jinan’ bû ceza kiriye.
Di daxuyaniya li ser çalakiyê de wiha hat gotin:
“ Êrîşên dewleta mêr ên li hemberî jinê, polîtîkaya şerê taybet e. Heta bi niha bi sedan mînakên vê qewimîne. Di şexsê Îpek Er, Gulistan Dokû, Pinar Gultekîn û hemû jinên din ên hatin kuştin de me bi caran dît. Ev rêbaza taybet a şer di xisletê mêrê ketî de dikeve nav refên têkoşînê jî.“
Milîsên KBDH’ê diyar kir ku ji van kesan yek jê jî kesê bi navê F.O. ye û ev tişt got: “Ev mêrê ketî yê jin ji bo armancên xwe derexlaqî bi kar dianîn, şeva 14’ê Tîrmehê li navçeya Başakşehir a Stenbolê ji aliyê Milîsên Sevda Serînyelê ve hat cezakirin. Jinên welatparêz jî tev li çalakiyê bûn.
Di rêya rizgariya jinan de têkoşîna me mezin dibe. Jin digihîjin refên şoreşa yekbûyî û hêrsa xwe bi çalakiyên xwe mezin dikin. Li dijî hişmendiya dewleta mêrparêz a mêran bi rêxistin dike û dixwaze bixe nav têkoşîna me jî em bi awayekî bê şik û guman şer dikin.“