Dayikên xizmên girtiyan hatin destgîrkirin

Polîsan êrîşî dayikên xizmên girtiyan kirin. Dayikên girtiyan ji bo balê bikişînin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan xwestin li ber Edliyeya Çaglayanê daxuyaniyê bidin. Dayik û ciwanên ku piştgirî dan wan di bin êşkenceyê de hatin destgîrkirin.

Polîsan êrîşî çalakiya xizmên girtiyan kirin.  Çalakvan ji bo balê bikişînin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş xwestin li ber Edliyeya Çaglayanê daxuyaniyê bidin.

Daxuyaniya ku dihat dixwest bi beşdariya Parlementera HDP'ê Zuleyha Gulum bê dayîn, bi hinceta qedexeya qeymeqamtiyê, hewl hat dayîn bê astengkirin.

XIZMÊN GIRTIYAN: CIHÊ HER KESÎ HEYE CIHÊ SÊ DAYIKAN TUNE YE?

 Ji dayikan Kumru Akgul li ser vê pêkanînên kêfî wiha berteka xwe anî ziman, “Em mafê xwe yê demokratîk bi kar tînin, di destê me de tiştek nîne. Em li vir sê dayik in, cihê her kesî heye, cihê sê dayikan li vir nîne. Zarokên me dimirin.”

Dayik û ciwanên pê re ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin, di bin êşkenceyê de hatin destgîrkirin. Hate hînbûn ku di nava girtiyan de zarokên biçûk jî hene, dayikan bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" bersiv dan astengkirin û destgîrkirina sîstematîk.

GULUM: PIRSGIRÊKA LI GIRTÎGEHAN PIRSGIRÊKA HEMÛ WELAT E!

Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum a ku piştî destgîrkirinê daxuyanî da û bertek nîşanî destgîrkirina xizmên girtiyan a bi hinceta qedexeya qeymeqamtiyê ya kêfî da.

Gulum bi bîr xist ku girtiyên nexweş ber bi mirinê ve tên hiştin û got ku kesên 70-80 salî tên girtin û diyar kir ku her çend ev têr neke jî jinên ducanî tên girtin û dikevin girtîgehê.

Gulum, da zanîn ku dayikên xizmên girtiyan ên ku xwestin van pêkanînan ji raya giştî re ragihînin her carê bi awayekî bêhiqûqî tên destgîrkirin û got, “Ji me tê xwestin ku li dijî zextan em stûyê xwe xwar bikin. Lê belê li dijî vê em ê dengê xwe derînin. Ji ber ku ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka kesên zarokên wan di girtîgehan de ye, pirsgirêka hemû welat e."