ÎHD: Divê dewleta Tirk ji Sûriye û Iraqê derkeve
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) piştî qetlîama ku dewleta Tirk li Zaxoyê kiribû daxuyaniyek weşand. ÎHD’ê xwest bila li Meclîsê Komîsyona Lêkolînê were avakirin û hêzên Tirk ji Iraq û Sûriyeyê derkevin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) piştî qetlîama ku dewleta Tirk li Zaxoyê kiribû daxuyaniyek weşand. ÎHD’ê xwest bila li Meclîsê Komîsyona Lêkolînê were avakirin û hêzên Tirk ji Iraq û Sûriyeyê derkevin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî êrişa li dijî geştyarên li gundê Perex ê Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê ku tê de 9 sivîl hatin qetilkirin û 23 kes jî birîndar bûbûn, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrişê de 8 zarok hatine qetilkirin û sersaxî ji malbatên qurbaniyan û şîfaya xêrê bo birîndaran xwest. ÎHD’ê êrîş şermezar kir û xwest ku berpirsyarên wê di zûtirin demê de bên darizandin.
ÎHD’ê, di daxuyaniyê de bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên Iraqê ku ji êrişê Tirkiyeyê berpirsyar dibînin û wiha got: “Her wiha Hikûmeta Iraqê li cihê bûyerê lêkolîn kir û diyar kir artêşa Tirk ev êrîş kiriye. Di halê hazir de rewşeke ku vê rastiyê pûç bike, derneketiye holê. Daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ya derheqê bûyerê de ji rastiyê dûr e. Dibêje ku Tirkiye di operasyonên leşkerî de sivîlan hedef nagire û bi vî awayî bûyerê paşguh dike. Balkêş e ku Artêşa Tirk û Wezareta Parastinê ya li herêmê di nava liv û tevgerê de ye, derheqê bûyerê de tu daxuyanî nedan.”
Bi domdarî ÎHD’ê bi bîr xist ku di daxuyaniya xwe ya 21’ê Cotmeha 2021’an de xwestiye ku tezkereya Sûriye û Iraqê li Meclisê neyê qebûlkirin û hikûmet li siyaseta aştiyê vegere. ÎHD’ê xwest ku Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsa Tirkiyeyê were avakirin û ev komîsyon li ser sivîlên li Herêma Federal a Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama operasyonên Tirkiyeyê de hatine kuştin û binpêkirinên mafan ên giran ên ji hêla hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê kirine, lêkolînê bike. ÎHD’ê got: “Tê îddîakirin ku ji ber operasyonên Tirkiyeyê gelek herêm hatine valakirin û gelek kes bi darê zorê ji herêmên wan hatine koçberkirin. Her wiha tê gotin ku Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne û dîmenên van hene. Li hêla din tê gotin ku cenazeyên leşkeran li erdê ne. Divê Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsa Tirk li ser van îddîayan lêkolînê bike.”
ÎHD’ê got ku divê Serdozgeriyên Komarê yên li bajarên nêzî herêmên şer û Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derheqê êrişên li dijî sivîlan tên kirin lêpirsînê bidin destpêkirin û teqîbatan bide destpêkirin. Daxuyaniya ÎHD’ê wiha domiya: “Hewceye Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan a NY’yê û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî têkildarî van binpêkirinên mafan ên giran û binpêkirinên hiqûqa mirovî li herêmên navborî lêkolînan bikin. Divê tezkereyên Sûriye û Iraqê ku di Cotmeha 2021’an de hatin qebûlkirin werin betalkirin. Tirkiye hêzên xwe vekişîne û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd jî Tirkiye serî li rêyên demokratîk bide.”
‘BAROYA AMEDÊ NE BI TENÊ YE’
Her wiha ÎHD’ê bertek nîşanî êrişên nîjadperest ên li dijî Baroya Amedê û baroyên din ên herêmê da û wiha pê de çû: “Divê kesên êrişên nefretê dikin werin tespîtkirin û darizandin. Divê were zanîn Baroya Amedê ne bi tenê ye. Divê hemû baroyên din û rêxistinên mafên mirovah xwedî li Baroya Amedê derkevin. Her wiha ji bilî çendek rojnameyan, tu rojnameyên li Tirkiyeyê cih nedan vê êrişê. Li Tirkiyeyê çapemenî azad nîne. Cihgirtina medyayê ya li cem hikûmetê nîşan dide ku pîvanên herî biçûk ên exlaqê jî li cem wan nînin. Mîna Komkujiya Roboskê, di vê êrişê de jî bêdengî tercîh kirin. Weke parastvanên mafên mirovan em ê têkoşîna xwe ya ji bo mafên mirovan bidomînin û ji bo binpêkirinên hiqûqî bêceza nemînin jî dê têkoşîna xwe ya edalet û aştiyê bidomînin. Em careke dibêjin ku divê kesên ev komkujiya li Perex a Zaxoyê pêk anîn hesab bidin.”