ROJEVA 22'Ê TÎRMEHA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

-Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Komiteya Piştgiriya Bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê Amara Tolhildan bi bîr anî ya ku di 25’ê Cotmeha 2018’an de ketibû ber lehiyê û şehîd bûbû. Komîteyê got “Em ê bîranînê her şehîdên xwe bikin bingeha welatekî azad û jiyana wekhev.”

-Parlementerê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî diyar kir ku qetlîama li Zaxoyê ne bûyereke ji adetî ye û polîtîkayeke sîstematîk e û encamên stratejiya leşkerî, îktîsadî û siyasî yên li ser Başûr û Rojava ye.

-Parlementera HDP’ê Hatîmogûllari diyar kir peywira mûxalefetê ev e ku divê teşhîr bike bê ka êrîşên ‘dersînor’ bi kîjan armancê tê kirin û got “Mûxalefet divê qebûl neke ku ji bo pêşeroja desthilatdariyê qetlîam werin kirin.”

-Hikumeta Elmanyayê ji bo serdana Serdozgerê Federal Peter Frank a li Tirkiyeyê û hevdîtina wî ya bi Erdogan re got ‘Raza dewletê ye’.