Kampanyaya berhevkirina îmzeyan li dijî rakirina mafê parêzbendiyê

Rêxistinên civaka sivîl, ji bo Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz ya ku tê xwestin mafê wê yê parêzbendiyê were rakirin, dest bi kampanyaya îmzeyan kir.

 

Komîsyona Jinan a Komeleya Huqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Jinan Rosa li dijî rakirina mafê parêzbendiyê dest bi kampanyaya îmzeyan kir.

OHD û Komeleya Jinan Rosa, di serî de parlamenterên jin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dixwazin ku pêvajoya darazî ya ji bo hilanîna mafê parêzbendiyê ji bo siyasetmedarên jin ên mixelef hatiye destpêkirin, raweste.

Di kampanyaya îmzeyan a bi sernavê “Dest nede mafê hilbijartin û hilbijirînê û mafê kirina siyasetê’’ hat destpêkirin de, berteka ‘’Yên hêza dewletê bi kar tînin, jinên ku hêza avaker a mixelefa civakî ne ji xwe re dikin hedef’’ hat nîşandayîn.

Di metinê kampanyayê de, polîsê ku ji Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran re got: ‘’Ez bi dîwêr ve bizmar bikim’’ û yê pêçiya xwe ji Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîzê re got: ‘’Ez nahêlim tu bimeşî’’ hatin bibîrxistin.

Di metine kampanyayê de wiha hat gotin: “Şideta fizîkî û devkî ya polîsan, nîşaneya rêbaza rêvebirina mêrane û zarê şidetê yê mîlîtarîst e.’’

Di metin de hat destnîşankirin ku sedema vê bêperwayî û êrîşkariyê ew e ku wan hay jê çêbûye ku astengiya herî mezin a li ber pergala otorîter a gav bi gav datînin Kurd û jin in’’

Di dewama metinê kampanyayê de ev tişt hatin ziman: ‘’Bila ji bîr nebe ku; di demeke ku di pirsgirêka Kurd de pevçûnên biçek berdewam in de, rakirina mafê parêzbendiyê siyasetmedaran, wê ji zêdekirina pevçûnan û neçareseriyê pêştir bi kêrê tu tiştekî neye.’’

Di metin de bal bi ser wê yekê de hat kişandin ku mafê hilbijartin û hilbijartinê nebe demokrasî nabe, di şexsê parlamenterên jin ên Kurd de ev maf tê binpêkirin û hat destnîşankirin ku êrîşa desthilatdariya siyasî li hemû nirxên demokrasiyê û mafên mirovan ên gerdûnî ye.

Di metin de navên parlamenterên jin ên mafê wan ên parêzbendiyê hatiye rakirin, hatine girtin û neçarê bûne ku sirgûn bibin hatin rêz bi rêz kirin û hat bibîrxistin ku çendeyek e pevajoyeke bi heman awayî ji bo Parlamentera Amedê Salîha Aydenîzê jî hatiye amadekirin, pêşniyaz di komisyona jêrîn a meclîsê re derbas bûye û ji bo rakirina mafê parêzbendiyê ji Komîsyona Têkel re hatiye şandin.

Metin bi van gotinan bi dawî bû: ‘’Ji bo xwedîderketina li normên demokratîk, em bang li her kesê dikin ku ji bo bidawîkirina pêvajoya ji bo rabûna mafê parêzbendiyê Parlamentera Amedê Salîha Aydenîzê li Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyeyê dest pê bûye, bibin piştgir ji vî metinê îmzeyan re. Di serî de partiya maka mixelefetê, em bang li hemû partî û parlamenterên di meclîsê de dikin û bi bîr dixin ku  erka wan a sereke derketina xwedî li normên demokratîk e û ji wan dixwazin ji rakirina mafê parêzbendiyê re nebêjin erê.’’

Mirov bi vê lînkê dikarê xwe bigihîne kampanyayê: