ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehmed got, “Dema ku pergala desthilatdar di qeyrana cîhanî de bû şoreşa 19’ê Tîrmehê pêk hat. Ji ber vê bandora xwe li tevahî cîhanê kir.”
- Platforma Edaletê ya Ji Bo Sirûcê bi salan e pêvajoya dozê dişopîne û ligel ku tê astengkirin jî tabloya rastînd radixe ber çavan. Parêzerên dozê dixwazin di pêvajoya darizandinê de Davûtoglû jî wekî şahid biaxive.
-Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Ahmet Kaya got “Divê êrîşa li ser parçeyekî em wekî êrîşa li ser hemû Kurdistanê bibînin.”
-Bi wesîleya salvegera 8’emîn a Qetlîama Şengalê ya di 3’ê Tebaxê de wê bi pêşengiya TAJÊ li Sinûnê meşek were lidarxistin.