ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bal kişand ser girîngiya Şerê Gel ê Şoreşgerî û got, "Eger gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vê îradeyê şer bike, wê bersiva pêwîst bidin destdirêjiya dewleta Tirk û teqez wê bi ser bikevin."
- Alîkara Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê destnîşan kir ku ji bo parastina destketiyên Şoreşa Rojava wê heta dawiyê li ber xwe bidin.
- Ayşe Efendî di salvegera 10'emîn a şoreşê de işaret bi gef û êrîşên li ser Rojava kir û got, "Em dilsozê wê sozê ne ku li ser darbestan me dan zarokên xwe. Em ê şoreşê biparêzin."
- Qendîl Zap jiyan, têkoşîn, hesta hevrêtiyê û fedakariya gerîla li Heftanînê hîn bû, bêfikar û bi kedeke mezin tevlî nava jiyanê bû. Di 7'ê Tîrmeha 2021'ê de li Heftanînê tevlî karwanê nemiran bû.
- Endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Bûtî li ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê axivî û diyar kir ku di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de jinê gelek destketiyên mezin bidest xistin û bû nimûneyeke ji jina ji xwe bawer.