Li Girtîgeha Kurkçulerê koma nû greva birçîbûnê wergirt

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ji bo bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Koma duyemîn greva birçîbûnê wergirt.

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ji bo bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan di 14’ê Tîrmehê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Greva birçîbûnê bi dorveger tê domandin û her komek 5 rojan di greva birçîbûnê de dimîne.

Koma duyemîn greva birçîbûnê wergirtin. Girtiyan derbarê greva birçîbûnê ev bang kirin “Çi dibe bila bibe heta ku daxwazên me pêk were, em ê çalakiya greva birçîbûnê bidomînin. Ligel ku hefteyek e em di greva birçîbûnê de ne, daxwazên me nehatine bicihanîn. Rêveberiya girtîgehê ji bo ku em dev ji çalakiya xwe berdin, dixwaze bi girtiyan re hevdîtinê bike. Em banga piştgiriyê li hemû kesan dikin.”