DKP/Yekîtî: Em ê li dijî dagirkeriyê Şoreşa Rojava biparêzin
DKP/Bîrlîk bi daxuyaniyek got, "Em ê li dijî mêtîngerî û dagirkeriyê, Şoreşa Rojava biparêzin. Ji bo hilweşandina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê divê em têkoşînê mezin bikin."
DKP/Bîrlîk bi daxuyaniyek got, "Em ê li dijî mêtîngerî û dagirkeriyê, Şoreşa Rojava biparêzin. Ji bo hilweşandina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê divê em têkoşînê mezin bikin."
Di daxuyaniya nivîskî ya Partiya Komunaran a Şoreşger/Yekîtî (DKP/Birlik) de (...) li Bakurê Sûriyeyê ango Rojava bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, tevgereke gel hebû. Gelê Kurd ku bi pêşxistina xweparastinê, qeyrana heyî veguhuherand qeyrana şoreşgerî, di germahiya Tîrmeha 2012’an de, weke salnameya 19’an, bi şoreşê bersiv da krîza navxweyî û şerê li Sûriyeyê. Ev şoreş şoreşa gelê Kurd, gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û her wiha şoreşa hemû gelên azadîxwaz e li dijî hêzên kapîtalîst ên emperyalîst û hêzên paşverû yên herêmê. Pîroz be."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê her kes têkoşîna gelê Kurd, destketiyên bi şoreşa Rojava re derketiye holê, hembêz bike û li dijî dagirkeriyê derkeve. Her wiha banga mezinkirina têkoşînê ji bo hilweşandina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê hat kirin.